Blinken: Nûçeyên Rûsya genimê Ukrayna diziye cihê baweriyê ne

Di nava hefteyên dawiyê de, genimê li Ukrayna ji şerê li welat zêdetir tê nîqaşkirin.
Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken got:
“Raporên diziya Rûsya ji Ukrayna pêbawer in û armanca Rûsyayê ew e ku sûdê werbigire”.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken di konferansek li ser êrişa Rûsya ya li Ukrayna û bandora wê ya ser pişesaziyê axivî.

Antony Blinken îdia kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin ji bo cezayên li ser hatine sepandin werin rakirin, krîza derdixe.

Blinken destnîşan kir ku Moskow bloka deryayî ya ku rê li ber gihandina berhemên Ukraynayê ji Deryaya Reş ber bi cîhanê ve girê daye.

New York Times ragihand ku Washington di nîvê Gulanê de, piraniya wan Afrîka 14 welat li ser ser “genimê ku Rûsya ji Ukrayna” birî hişyar kiriye.

Balyozê Ukraynayê yê li Enqereyê Vasil Bodnar beriya niha piştrast kiribû ku di nava welatên navborî de Tirkiye jî heye.

Zelensky: 20-25 milyon ton gehim di depoyên mede mane

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku ji ber şer li welat 20 heta 25 milyon ton genim maye û dibe ku di payîzê de rêjeya çandiniyê sê caran zêde bibe.

Zelensky got,

Di vî warî de pêdiviya me bi rêyên Deryayê heye.

Em vê mijarê bi Tirkiye, Îngilîstan û NY re nîqaş dikin.

Nûnerê Daîmî yê Ukraynayê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Sergiy Kyslytsya jî got,

Ji bo paqijkirina mayînên li Derya Reş û hinardekirina genim “garantiya ewlehiyê” dixwazin.

Di hilberîna genim de, Rûsya û Ukrayna di nav welatên herî pêş de ne.

Rûsya û Ukrayna ji sedî 30 pêwistiya genim a cîhanê pêk tînin

Her du welat ji sedî 30’ê pêwistiya genim a cîhanê pêk tînin.

Êrişa Rûsya ya ku 24’ê Sibatê li dijî Ukrayna dayî despêkirin, bandora xwe li ser nirxê genim yê li seranserê cîhanê kir.

Bi dijwarbûna şere, welatên Afrîka ku genimê xwe ji herdu welatan digrin, ketin nava aloziyê.

Back to top button