Serokwezîrê Brîtanya Johnson ji partiya xwe bi ferqek kêm dengê baweriyê girt

Li Brîtanya dema tevdîrên Vîrûsa Corona de, Serokwezîr Borîs Johnson şahî lidar xistibû.
Ev yek li nava welat bûbû cihê hêrsê.
Tevî mixalefetê, ji nava partiya Johnson bi xwe jî dengên îstifayê bilind dibûn.
Herî dawî, doh di dengdana di civîna partiyê de, Johnson dengê pêbaweriyê ji partiya xwe girt û karî kursiyê xwe biparêze.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ji bo organîzekirina şahiyê, binpêkirina qedexeyên ku di dema pandemiya Covid-19 de hatine danîn, dengek nebaweriyê wergirt.

Di dengdana doh êvarî ya li Londonê de, 211 parlamenterên muhafazakar ji bo mayîna Johnson deng dan.

148 parlamenteran jî li dijî Johnson axivîn.

Di daxuyaniya xwe ya piştî dengdayînê de Boris Johnson derbarê encamê de îfadeya “qanekirin” bi kar anî.

Johnson ji rojnamevanan re got:

“Bêguman ez niha fêm dikim ku divê em wekî hikûmet û partiyek werin ba hev.

Ya ku em ê niha bikin jî ev e.”

Rastiya Johnson di nav partiya xwe de, bi encamek krîtîk dengê pêbaweriyê bi dest xist, nayê wê wateyê ku ew ê karibe kursiya xwe wekî serokwezîr heya hilbijartinên giştî yên sala 2024’an biparêze.

Serokê Partiya Karker a dijber Keir Starmer got;

Johnson ji bo posta serokwezîr “tam neguncaw” e.

Partiya Muhafezekar a dabeşkirî mijûl e ku Johnson di desthilatê de bimîne”.

Ji sedî 40’ê kesên ku beşdarî hilbijartinê bûne dengê xwe dane ku baweriya wan bi Serokwezîr nayê.

Li gorî rêziknameya partiyê, di nava salekê de, wê careke din dengê pêbaweriyê neyê dayîn.

Dawiya 2018’an selefa Johnson, Theresa May, piştî çend mehan ji ber nebûna piştgirî di nav partiyê de neçar ma ku dev ji postê berde.

Boris Johnson yekem serokwezîrê Bîrîtanya yê hatî mehkumkirin û cezakirin e

Johnson yê 2019’an bi dengekî zêde biser ke,bi hatina pandemiya Covid-19 re, rewşa aboriya civakê lewaz bû.

Serokwezîr Johnson ji ber ku beşdarî yek ji pîrozbahiyên navborî bû hate ceza kirin.

Bivî rengî li welêt wekî yekem serokwezîrê Brîtanî yê ku ji ber binpêkirina qanûnê hatî ceza kirin ket dîrokê.

Back to top button