Ciwanên Alman: Em ji bo piştgiriya gelê Kurd û gerîla hatine

Komek ji ciwanên Alman 5’ê Hezîranê serdana binarê Qendîlê kirin.
Piştî wê ciwanan xwestin ku berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê lê li ser sînor ji aliyê PDK’ê ve hatin astengkirin.
Ciwanan li ser armanca serdana xwe gotin ew hatine piştgiriya gelê Kurd û Gerîlayan bikin.

Di 5’ê Hezîranê de komek Ciwanên Enternasyonalîst bi dirûşmeya “Ji bo Kurdistanê bi meşe” serdana Binarê Qendîlê kirin.

Ciwanan ragihandin ku armanca wan ji vê serdanê piştgirî dayîna gelê Kurde..

Her wiha xwestin ku berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê û li wir jî piştgiriya xwe bi gel re bidin nîşandan, lê li ser sînor ji aliyê PDK’ê ve hatin astengkirin.

Ciwanên Elman ên Enternasyonalîst derbarê armanca serdana xwe ya ji bo Kurdistanê de ji Rojnews re axivîn.

Yek ji ciwanên Elmanî ku nasnavê Zîn da zanîn ku berxwedaniya ku li Qendîlê tê kirin teqez wê bi xwe re serkeftinê bîne û got;

“Êriş û dagirkeriya li ser Kurdistanê heyî pir hovane ye.

Erdogan û dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êriş dibe li ser Başûrê Kurdistanê û sucan li dijî mirovatiyê dikin.

Bikaranîna çekên kîmyayî yek ji wan sucane. Lê cihan li hemberî van sucan bêdengin.

Em wek ciwanên enternasyonalîst tişta ku li Kurdistanê diqewime, çîrok û rewşa ku li vir heye li gel xwe qeyd dikin û digihînin bi giştî Ewrupayê.

Ciwanê bi nasnav Mem ê enternasyonalîst ku ji welatê Şîlîye û li Elmanya jiyan dike ku diyar kir ku ev êrişên li ser gelê Kurd tên kirin nayê qebûlkirin û nabe dewleta Tirk a dagirker êrişî gelê Kurd bike û got;

Bikaranîna çekên kîmyayî û planên hovane yên li ser gelê Kurd nayên qebûl kirin.

Mem di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku piranî çekên kîmyayî yên ku dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Kurd bikartîne li Elmanya tên çêkirin.

Ji ber vê yekê ji min re pir girînge ku piştgiriya gelê Kurd bikim.”

Back to top button