Piştî xistina droneke Amerîkî ji aliyê artêşa Îranî li asmanê Geliyê Hormuzê aloziya di navbera her du aliyan de derbasî qonaxeke nû bû.
Bi gotina “Hûn ê di demeke nêz de nas bikin” serokê Amerîkayê Donald Trump bersiva pirsên rojnamevanan li ser mijarê da.
Li gorî Rojnameya New York Times a Amerîkî, Trump îro wê bersiva Îranê bidaya, lê paşê ji vê yekê vegeriya.
Trump got dron li asmanê ava navdewletî bû û xistina wê dîsan rewşa me û Îranê xerab dike.
Bersiva Îranê jî dereng nema…
Wezîrê karê derve yê Îranê Mihemed Zerîf, Waşinton derewîn derxist û got:
Dron li asmanê Îranê bû…
Em ê vê mijarê rakin Netewên Yekbûyî da em derewa Amerîkayê diyar bikin.
Îro ajansa Ruetersê ragihand ku Trump peyamek ji Îranê re rê kir û tê de hatiye gotin:
Ew şer naxwazin û doza danûstandinan dikin, lê di heman demê de hişyarî da wê ku belkî ew Tehranê bikin hedef.
Tehranê jî yekser vegerand û got:
Eger çi êrîşeke leşkerî ji aliyê Amerîkayê ve çêbibe, em ê ji yekser bersivê bidin.