Însiyatîfa Jinan a Parastina Kurdistanê hat avakirin

Li dijî êriş û dagirkeriyê “”Însiyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê” hat ava kirin.
Însîyatî îro bi daxuyaniyekê hate ragihandin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, weke Însiyatîfa Jinan li dijî êriş û dagirkeriyê û bi armanca xurtkirina helwesta jinan ji niha şûnde wê xebat û çalakiyên hevbeş pêşbixin.

Di 15’ê Gulanê de bi pêşengtiya Kongra Star civîna Şêwra Jina Kurd ya Rojava li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin.

Di encama şêwrê de biryar hate girtin ku “Însiyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê” bê damezrandin.

Îro bi beşdarbûna 48 jinên ji Rojava û 24 jinên ji çar perçeyên Kurdistanê bi daxuyaniyekê însiyatîf hate ragihandin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di sedsala 21’an de krîz û kaos her ku diçe kûrtir dibe, ev rewşa aloz bandora xwe li ser hemû qadên jiyanê û cîhanê dike, kurdistan jî bûye navenda vî şerî.

Di dewama daxuyaniyêde hate gotin:

Îro, di serî de şoreşa Rojava, têkoşîna gelê Kurd ji bo avakirina pergaleke alternatîf bala çar aliyên cîhanê dikşîne.

Di hundirê vê rastiyê de dewleta Tirk dixwaze di 100’emîn salvegera damezrandina komara xwe de Mîsak-î millî bi riya dagirkerî û qirkirina Kurdan temam bike.

Di vê şerê xwe yê tunekirinê de bi taybetî jî jinan hedef digre. Ji ber ku jin pêşengtiya têkoşînê li hemberî faşîzm û serdestî dikin ji bo avakirina jiyaneke azad û bi rûmet.

Jinên Kurd bi vê şêweyê di aliyek de hîn bêhtir bi encamên siyaseta dagirkerî û qirkirin ê re rûbirû dimîmin û di aliyeke din de ruxme her tiştî dev ji rola xwe ya pêşeng di nava berxwedana gelê xwe bernadin.

Weke jin em dizanin ku ji hemû demên berê zêdetir pêwistiya me bi yekitî heye.

Di vê çarçovê de me weke jin damezrandina Însiyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê bi raya giştî re parve dikin.

Em ê weke Însiyatîfa Jinan ji niha û şûnde xebat û çalakiyên hevbeş pêşbixin, bi armanca xurtkirina helwesta jinê, dawî anîna dagirkeriya dewleta Tirk û pêşîgirtina êrîşên wî.

Tê payîn ku bernameya însiyatîfê piştre bê parvekirin.

Back to top button