Meclisa Jin a PYD’ê panêlek li ser rola ragihandinê li dijî tundiyê de li dar xist

Meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê rola ragihandinê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de panêlek lidarxist. Panêl piştî nîqaş û nirxandinên girîng bi hin biryaran bi dawî bû.

Rêzeçalakiyên di çarçoveya pêngava Sêyemîn a Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya bi dirûşma “Bi têkoşîn û yekîtiya jinan em ê tundiya li ser jin bidawî bikin” dewam dikin.

Meclisa jinan vê carê, li hola Zana bi armanca danasîna rola ragihandinê ya di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê panêlek li dar xist.

Di vê panêlê de, jinên ji tevahî rêxistinên siyasî, hemû pêkhate, saziyên civaka sivîl û leşkerî, rewşenbîr, êlên eşîran û kesayetên serbixwe beşar bûn.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD) Foza Yûsif di destpêka panêlê de axivî..

Foza Yûsif: Di şoreşa me de xeteke nû ya ragihandina azad afiriye

Foza Yûsif îşart bi zimanê ragihandinê ya zayendperest kir û eşker kir ku ragihand di guhertina hişmendiya civakê de roleke sereke dilîze.

Ev panêl li ser du beşan hate birêvebirin..

Di beşa yekem de der barê rol û erkên ragihandinê yên li dijî tundiya li ser jin hate nîqaşkirin.

Ya din jî tundiya li ser jin û rêbazên çareseriya zagonî li dijî vê tundiyê be.

Piştî nîqaşkirina her du mijaran, ji aliyê beşdaran nirxandin hatin kirin..

Panêl bi van biryaran bi dawî bû:

* Rola çapemeniyê di têkoşîna jinan a di hemû qadan de ku divê bi awayekî erênî li ser jin, malbat û civakê nîşan bide.

*Vekirina çavdêriyeke hevbeş ji bo jinên Sûriyê ji bo şopandina wêneya jinan û diyardeyên tundiya li ser wan tê kirin.

*Teşwîqkirina ji sîstema Rêveberiya Xweser re ji bo bilindkirina azadiya derbirînê û azadiya ragihandinê.

*Ragihandina rola rasteqîn a medyayê weke sîstemeke civakî ya ku baweriyê dide raya giştî.

* Pêwîste li dijî rejîmên desthilatdar ên bi pêşengtiya dewleta tirk ku bi armanca şikandina vîna jinên azad tevdigerin, xwedî bersivekke xurt bin.

Back to top button