Li Qamişloyê panelek derbarê rola ragihandinê li hemberî tundiyê hate lidarxistin

Li Qamişlo di bin navê “Rola ragihandinê di têkoşîna li hember tundiya li ser jinan de” panelek hate lidarxistin.

Bi dehan endamên rêxistinên jinan, saziyên sivîl, partiyên siyasî û rewşenbîr di panelê de amade bûn.

Panel bi axaftina endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foze Yûsiv dest pê kir.

Foze Yûsiv behsa girîngiya lidarxistina panelên bi vî rengî kir ku balê dikşînin ser pirsgirêkên civakî û got:

” Li herêmên dagirkirî jinên Kurd û Sûrî rojane rastî tundiyê tên.

Li kêlek êrişên dagirkeriyê, ji aliyê hişmendiya baviksalarî ve jî êriş li ser jinan tê kirin.

Ev yek zêde belav e.”

Foze Yûsiv diyar kir ku ragihandin dikare balê bikşîne ser tundiya li ser jinan û li sedemên wê yên dîrokî, civakî, siyasî û aborî vegere, ji bo rê li ber vê yekê bigirin û çareserî pêşkêş bikin.

Hevseroka Yekîtiya Ragihadina Azad (YRA) Malva Elî diyar kir ku ragihandin gav bi gav li gel jinên şervan e û balkişand ser lehengiya jinan di qadên şer de û destkeftiyên rastîn di van qadan de bi dest xistin.

Back to top button