Alîkarê Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê, Ehmed El-Sultan Ebû Erac anî ziman dewleta Tirk ne tenê bi kûrahiya 30 kîlometreyan, dixwaze tevahî xaka Sûriyê dagir bike.
Ebû Erac balkişand li ser daxuyaniya dawî ya Erdogan a der barê qaşo avakirina “herêma ewle” de û got:
“Armanca wê têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye.
Armanc ne parastina ewlehiya neteweyî ye, lê dagirkirina beşeke din ji xaka Sûriyê ye.”
Ebû Erac da zanîn dibe ev gef di encama peyman û lihevkirinên navneteweyî yên nû de pêk hatibin.
Her wiha daxwaz ji dewletên garantor Rûsya û Amerîkayê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.
Û banga hevgirtin û hişyariya li hemeber gefan li gelê herêmê kir.