Lîreyê Tirkî nirxwê xwe winda dike, dolarek 17 TL derbas kir

Her ku Serokomarê Tirkiye Erdogan di axive civaka Tirkiyê hejartir dibe.
Erdogan got, ewê faîzê daxin û teza xwe ya başkirina aboriyê dubare kir.
Piştî van gotinan, lîreyê Tirkiye li pêşberî Dolar û Euro nirxê xwe hîn windatir kir.
Dolarek 17 TL yê Tirkiyê derbas kir.
Ev yek jî raste rast bandorê li ser çîna civaka hejar ya li welat dike.

Ji ber polîtîkayên ji hevketî yên Serokê AKP û Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, welatî hejar dibin.

Bi bênirxbûna lîreyê Tirkiye li pêşberî bereyê biyanî re, nirxê pêdiviyên jiyanî qat bi qat zêde dibin.

Erdogan rojek berê diyar kiribû ku ew ê kêmkirina faîzê bidomînin û got, tevdîrên wan hene.

Di dema ku rêveberiya aboriyê, bi taybetî Erdogan, diyar kir ku ew ê polîtîkayên hilberînê yên bi faîza kêm bidomînin, li bazaran nezalalî û hevsengî derketin.

Erdogan di daxuyaniya xwe ya piştî Civîna Wezîran a danê êvarê dayî de got:

“Ev hikûmet wê rêjeya faîzê zêde neke. Berovajî vê, em ê rêjeya faîzê kêm bikin.”

TL li hember dolar ji serê Gulanê ve tevgereke ber bi jorê ve despê kir.

Ji sedî 12 nirx TL winda kir.

Li derveyî welêt, sûk bi baldarî hilberîna pîşesaziyê ya Alman, stokên mezin ên Amerîka û mezadên bonûsê dişopîne.

Dolar/TL 17,10 derbas kir.

Euro/TL jî derket ser 18,25’an.

Bi vî awayî vê hefteyê nirxa pevguherînê ji sedî 3 zêde bû.

Çav li bankên giştî yên DYA û Yekîtiya Ewropayê ye

Pêşkeftina herî girîng a di bazarên cîhanî de wê daneyên enflasyonê yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê be ku wê roja înê were ragihandin.

Li Ewropayê jî çav zivirîn li ser civîna polîtîkaya diravî ya Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) ku wê Pêncşemê bê lidarxistin.

Bi teqez tê dîtin ku wê di vê civînê de banka ragihîne ku wê di dawiya vê mehê de kirîna samanan rawestîne.

Back to top button