Ji PE bo Tirkiyê: Di demokrasiyê de pêşketin nebe, wê hevdtîn jî nebe

Parlamentoya Ewropayê, rapora Tirkiyeyê ya sala 2021’yan erê kir.
Di raporê de hat gotin,
Ger tirkiye di warê dewleta hiqûqê û rêzdarî ji mafên bingehîn û azadiyê de ti pêşketin tune be, hevdîtinên bo endamtiya YE jî pêk nayê.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiye careke din biryarên PE red kir.

Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora Tirkiyeyê ya sala 2021’yan di rûniştineke bi giştî ya li bajarê Strasboûrgê qebûl kir.

Di rûniştina 622 parlamenteran deng de 448 dengên ‘erê’, 67 ‘na’ û 107′ jî bêalî man de rexneyên tund li Tirkiyê hate kirin.

Di raporê de tê diyarkirin ku li Tirkiyê di warê demokrasî, dewleta hiqûqê û rêzdariya ji mafên bingehîn û azadiyê re de tu pêşketinek berbiçav nîn e.

Bêyî vê jî, nabe ji nûve dest bi hevdîtinên bûyîna endamê Yekîtiya Ewropayê bê kirin.

Di raporê de her wiha ji Tirkiyê tê xwestin ku hew bibe sî û star ji sermiyanê Rûsyayê re.

Di rapora “Tu pêşketineke berbiçav di warê demokrasî, dewleta hiqûqê û rezdarî ji mafên bingehîn û azadiyê re li Tirkiyê çênebûye” hat gotin, wek par îsal jî tê xwestin ku hevdîtin bi fermî ji bo demeke din bên hiştin.

Enqere: Em rapora PE ya bo Tirkiyê red dikin

Ji Enqerê bertekên tund yên li dijî biryarên Parlamentoya Ewropayê derket.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Her çendî ku pêwîstî bi xurtkirina têkiliyên di navbera welatê me û YE’yê de bi hewldanên hevbeş heye, em nirxandinên alîgir û nerast ên PE’yê yên di raporê de qebûl nakin û red dikin, vê pêwîstiyê bi nêzîkatiyeke kûr û bê dîtin ji nedîtî ve tê.”

Rapora Tirkiyê ya sala 2021ê ya Parlamentoya Ewropayê doh li Lijneya Giştî ya PE yê hat qebûlkirin.

Back to top button