QSD’ê bi operasyonekê li Reqa’yê serçeteyekî DAIŞ’ê girt

Di encama operasyona hêzên QSD’ê de li bajarê Reqayê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê derbarê operasyonê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da.

QSD’ê ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê yên (YAT) li Reqayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon kirine.

QSD’ê diyar kir piştî agahiyên îstîxbaratî û şopandinê bi ser devera ku çete xwe lê vedişart de hat girtin.

QSD’ê ragihand ku li ser çete, gelek alavên peywendiyan jî hatin desteser kirin.

Çete li xwe mukir hat ku ew berpirsê ‘leşkerkirin, tevlêkirin û karên îstîxbaratê’ yên DAIŞ’ê ye.

QSD’ê ragihand operasyonên wan yên li dijî şaneyên çeteyan dewam dikin.

Back to top button