Tirkiye ji bo Ukrayana aştî û ji bo Kurdan daxwaza şer kir

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê îro li paytexta Tirkiyê Enqerê li gel hempîşeyê xwe Mevlût Çavûşoglu re civiya.
Mijara herdû aliyan, şerê li dijî Bakurê Sûrî û aloziya Ukrayna bû.
Herdû alî hewl dan êrişên xwe bi heman gotinan rewa nîşan bidin û gotin:
Ji aliyê sînor gef li ser ewlehiya me heye.

Piştî gefa eşkere ya serok-komarê Tirk Erdogan li dijî Bakurê Sûrî, raya giştî li benda helwesta Amerîka û Rûsyayê bû.

Waşîngton heta niha tenê bi gotin, eşkere kir ku ew li dijî êrişeke wihan e.

Piştî vê helwestê, herkes li benda encama serdana Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov a ji bo Tirkiyê bû.

Lavrov li paytexa Tirkiyê Enqerê ji aliyê hempîşeyê xwe Mevlût Çavûşoglu ve hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê, herdû alî di civîna çapemeniyê de bersiv dan pirsên rojnamevanan.

Weke her carê, Çavuşoglu dîsa xwe weke alîgirê çareserkirina aştiyane ya şerê Ukraynayê nîşan da, lê dema mijar bû Kurd, rastiya xwe eşkere kir.

Ji naveroka civînê eşkere bû ku aliyê Tirk zêde behsa şerê li Ukraynayê nekir û diyar kir ku yekane derdê wan wergirtina destûra ji bo şerê li dijî Bakurê Sûrî bû.

Di vê warî de Mevlût Çavûşoglu got;

Me behsa şerê li Ukraynayê nekir. Rojeva me rewşa li Sûrî bû.

Di vî warî de em û Rûsya xwedî fikrên cûda bin jî em dixwazin hevkariya me li gel Rûsyayê dewam bike.

Bi taybet daxwaza me hevkariya di mijara şerê li dijî YPG’ê de ye.

Wezîrê Tirk ji bîr kir ku dewleta wî ji sala 2016’an ve dest bi dagirkirina Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiriye û got;

Armanca Tirkiyê parastina yekîtiya xaka Sûrî ye.

Çavuşoglu ku hebûna rêxistinên mîna El Nûsra li ser sînorê xwe weke gef nabîne jî careke din bang li Rûsya û Amerîkayê kir da ku piştgiriyê bidin tevgera wan.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê jî gefên Tirkiyê yên êrişa dagirkeriyê weke mafê tedbîrê binav kir.

Sergey Lavrov û Çavuşoglu bi mijara Sûrî civiyan

Back to top button