Belçîka: PKK ne rêxistineke terorîst e

Komîsertiya Siyasî ya Belcîkayê, li ser idiyayên istixbaratî ku dibêje têkiliya penaberekî kurd bi PKK’ê re heye, mafê penaberiyê jê standibû. Li hember vê yekê li Konseya Dozên Biyaniyan itîraz hatibû kirin. Konseyê jî li ser dosiyê got, “Dema hemû çalakiyên PKK werin nirxandin, wê were dîtin ku nabe wekî terorîst were pênasekirin.”

Penaberekî Kurd ku di sala 2012’an de li Belcîkiya ji bo îltîcayê serlêdan kiribû, piştî salekê ev daxwaz hatibû qebûlkirin.

Komîsertiya Siyasî ya ku mafê statuya siyasî dabû penaber, xwe spartibû îddîaya ku îstîxbaratê pêşkêş kiriye û statuya penaber ji destê wî stendibû.

Selma Benkhalîfa ku parêzera penaber e, ji ANF’ê re axivî û diyar kir ev li dijî mafê parastina siyasî êrîşek e û li dijî Peymannameya Cenevreyê ye.

Parêzer Benkhalîfa diyar kir ku dibe MÎT’a Tirk ev îddîa daye îstîxbarata Belçîkayê û got:

“Tu delîl tune, bi tenê guman hene. Ji bo ku vî penaberî aciz bikin, li gorî daxwazên Tirkiyê tevdigerin.”

Piştî itîraz li konseya dozên biyaniyan hatibû kirin, Konseyê diyar kir ku bi hinceta kes li welat hemwelatiyê wê ye tevlî fînansmana PKK’ê bûye nabe ku biryara wî ya penabertiya siyasî were betalkirin.

Di biryarê de hate gotin, “Dema hemû çalakiyên vê rêxistinê ango PKK werin nirxandin, wê were dîtin ku nabe wekî terorîst were pênasekirin.”

Back to top button