Li Hewlêrê..erebeyek li kolana El Miseyef hat bomebarankirin; 3 kes birîndar bûn

Li ser rêya bajarê Hewlêr ê başûrê Kurdistan û navçeya Pîrmam bi dron û mûşekan êrişek pêk hat.
Medya Îran û Iraqê ragihandin ku di êrişa Hewlêrê de berpirsekî MOSSAD’ê hat kuştin .

Ajansa Roj News’ê, ragihand balafireke bêmirov a biçek, erebeyek li kolana El-Miseyef kir armanc.

Cihê êrişê 3 kîlometreyan dûrî balyozxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ye.

Li gor agahiyan 3 kes birîndar bûn .

Di êrişê de berpirsekî Mossad’ê aylak ron hat kuştin

Tê gotin ku Berpirsê beşê Terorê yê MOSSAD’ê Aylak Ron di êrişê de hatiye kuştin.

Û hin erebeyan zirar dît.

Heya niha tu aliyî ev eriş negirtiye ser xwe.

Back to top button