Zikrî Zêbarî: Mesele ne PKK ye; dewleta Tirk dixwaze nasnameya Kurdî ji holê rake

Parlamenterê Partiya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan-YNK’ê Zikrî Zêbarî û Çavdêrê Siyasî Newroz Fazil dibêjin:
Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze bigîhîje armanca xwe ya dagirkirinê,
Û bang li PDK’ê kirin ku dev ji vê hevkariyê berde. 

Hêrseke mezin li dijî êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê tê nîşandan.

Parlamenterê Partiya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Zikrî Zêbarî li dijî van êrişan nerazîbûn nîşan da û bal kişand ser armancgirtina welatparêz û şoregeran.

Parlamenterê YNK’ê Zikrî Zêbarî diyar kir ku ti têkiliya êrişên Tirkiyê bi PKK’ê re nîne, dewleta Tirk dixwaze nasameya Kurdî ji holê rake.

Zikrî Zêbarî: Divê PDK dev ji hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re berde

Zikrî Zêbarî bang PDK’ê kir ku dev ji hevkariya dewleta Tirk berde û daxwaz ji hemû partiyên Kurdî kir ku bi awayekî awarte bicivin û bibin xwedî yek helwest.

Newroz Fazil: Divê ti kes şerê Kurd bi Kurd re qebûl neke

Çavdêrê Siyasî Newroz Fazil jî da zanîn PDK bi vê hevkariyê xiyaneteke mezin dike û xizmeta dijminên gelê Kurd dike.

Li dijî vê hevkariyê jî çavdêrê siyasî Newroz Fazil bang li hemû rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd kir ku li dijî siyaseta PDK’ê bibin xwedî helwest.

Back to top button