Sosin Şoman: Daxwaza azadiya Rêber Apo erka me ye

4’ê Hezîranê çalakvanên jin ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li paytexta Lubnan Beyrûtê Însiyatîfa “Nûn ji bo Azadiya Ocalan” ragihand.
Seroka Însiyatîfê Sosin Şoman eşkere kir ku Rêber Ocalan ji bo jinan zanisteke taybet ava kir, ji ber wê wan jî bi rêya vê însiyatîfê xwest keda wî pîroz bikin.

Sosin da zanîn ji ber neheqî li Rêber Apo, wan pêwîstiyeke lezgîn dît ku dest bi vê însiyatîfê bikin.

Her wiha anî ziman ew ê bi rêya vê însiyatîfê hewl bidin fikir û felsefeya wî derbasî nifşan bikin, da ew jî ji rêber Ocalan sûdê bigirin.

Sosin Şoman dawiyê jî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir û got:

Girtina rêber Ocalan li dijî peyman û yasayên navneteweyî ye ku dewleta Tirk bi xwe li ser wan peymanan îmze kiriye.

Ji ber ku fikrên wî azad in em daxwaza azadiya wî ya fîzîk dikin.

Back to top button