Gel ji birçan dikeve, di 5 mehan de 89 hezar kesên din bûn mîlyoner!

Dema ku li welatekî krîza aborî hebe, du senaryo derdikevin pêş.
Yek, yan wê herkes bi hevre hejar bibe, ya din jî wê hinek li ser pişta hinekan dewlemend bibe.
Li Tirkiyê niha rewş wiha ye.
Polîtîkaya aboriyê ya AKP’ê çîna navîn jî daxist asta hejariyê û yên nêzî xwe hîn dewlementir kir.
Di 5 mehan de hejmara mîlyoneran bi qasî 89 hezar kesî zêde bû.

Ji ber bêedaletiya li Tirkiyê, ji sedî 70 yê welat daketiye bin rîska hejariyê.

Ji Kanûna 2021’an ve li Tirkiyê bi bênrixbûna Lîreyê Tirkî (TL) re tabloyeke cûda derketiye pêş.

Polîtîkayên rejîma AKP’ê tenê bi alîgirên xwe dide qezenckirin.

Taybet di nava 5 mehên dawiyê de krîza aborî kurtir bûye.

Di demekê ku civak ji birçîbûnê ji hev dikeve de, li Tirkiyê 89 hezar mîlyonerên nû çêbûn.

Pereyê giştî yê van jî 3,9 trîlyon e.

Li gorî daneyên fermî, li Tirkiyê enflasyona salane ya ku di Mijdara 2021’an de ji sedî 21,3 bû,

di meha Kanûnê de ji sedî 36,

di meha Adarê de ji sedî 61 û herî dawî jî di meha Gulanê de derket ji sedî 73,5.

Li gorî saziyên serbixwe ev rêje 2 qatê daneyên saziya girêdayî rejîma AKP’ê ye.

Ev yek jî lutkeya 24 salên dawî ye.

Ango polîtîkayên ji hevketî yên Erdogan welat vegerand beriya 24 salî.

Li aliyê din niha careke din dolar li pêşberî TL nêzî rêjeya xwe ya 17,82 ya meha Kanûnê dibe.

Ev rewşa heyî raste rast bandora xwe ya wêranker li ser civaka hejar dike.

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Nûredîn Nebatî dawiya hefteyê li kampa AKP’ê axivî û got:

“Me dikarî em enflasyonê daxin.

Lê me biryara mezinbûnê da.

Di vê pergalê de ji derveyî kesên hejar, şirket û îxrasatkar qezencê dikin”.

Li gorî daneyên Saziya Rêziknameya Banka û Çavdêriyê (BDDK) ji Mijdara 2021’an heta Nîsanê jimara mîlyoneran ji sedî 17 zêde bû.

Bi vê yekê re jimara mîlyoneran 600 hezar derbas kir.

Saziya pileya krediyê ya navneteweyî Standard & Poor’s (S&P) ragihand ku metirsiya zêdekirina kontrolên sermayê li Tirkiyeyê zêde bûye.

Rêxistinê diyar kir ku zêdebûna zextên li ser TL û bazaran ev rîsk zêde kiriye.

Back to top button