Qedera şerê li rojhilat girêdayî Severodontsk e

Li rojhilatê Ukrayna, şer li gorî daxwaza Rûsya dimeşe.
Êdî qedera herêma Donbasê bi şerê li bajarê Severodonetsk ve girêdayî ye.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî li wê yekê mikur hat ku ev şer wê rewşa li Donbasê nîşan bide.
NY jî ragihand ku ji ber şer 1 mîlyar û 600 milyon kes bandor dibe.
Û tê gotin, krîza aborî dibe bi salan dewam bike.

Şerê li Ukrayna di roja 106’an de li rojhilatê welat dijwar bûye.

Rûsya ji bo gihiştina yek ji planên xwe yên li Ukrayna, niha li derdora bajarê Severodonetsk e.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku qedera rojhilatê welat bi şerê li bajarê Severedonetskê tê kirin ve girêdayî ye.

Şerê li vir wê encaman şerê li rojhilatê welêt diyar bikin.

Zelenskiy got,

“Ji gelek aliyan ve çarenûsa Donbasê wê li vir diyar bibe.”

Li Severodonetskê di navbera hêzên Rûs û artêşa Ukraynayê de şerên dijwar rûdidin.

Rêberê Ukraynayê îdia kirin ku leşkerên wan derbeyên giran li hêzên Rûsya dane.

Li gorî berpirsekî payabilind yê Ukrayna artêşa Ukraynayê vekişiyaye derveyî bajêr.

Waliyê Herêma Luhanskê Serhiy Hayday got,

Piştî Rûsyayê dest bi êrîşên hewayî û topbarana giran kir, hêzên taybet ên Ukraynayê vekişiyan.

Leşkerên me dîsa tenê çeperên derveyî bajêr kontrol dikin.

Lê şer dewam dike, leşkerên me Severodonetskê diparêzin.”

Tê texmînkirin ku derdora 15 hezar sivîl li Severodonetsk û bajarê Lisiçansk ê nêzî wê mane.

Rûsyayê ragihand ku li herêma Donbasê ya Ukraynayê di warê hêza mirovî, cebilxane û alavên leşkerî de ziyanên mezin giheştine wan.

Piştî ku hêzên Rûsî di dawiya meha Adarê de, ji çeperên derve yên paytexta Ukraynayê Kîev vekişiyan, berê şer da rojhilatê welat.

Piraniya herêma Donbasê piştî şerê 2014-2015’an ketibû bin kontrola hêzên cudaxwaz ên alîgirên Rûsyayê.

NY: 1 mîlyar û 600 mîlyon kes ji şer bandor dibin

Ji aliyê din ve Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres hişyarî da ku her ku diçe encamên êrişa Rûsyayê girantir dibin.

Guterres got,

“1 mîlyar û 600 milyon kes di bin bandora şer de ne.

Şer bandoreke sîstematîk li ser ewlekariya xurek, enerjî û darayî dike.

Leza vê bandora giran her ku diçe zêde dibe.”

Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê: Dibe ku krîza xwarinê bi salan bidome

Rêvebera Giştî yê Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê Ngozi Okonjo-Iweala jî ji aliyê xwe ve hişyarî da ku eger destwerdan nebe krîza xwarinê dikare bi salan bidome.

Okonjo-Iweala got,

welatên Afrîkayê wê bi taybetî ji kêmbûna genim û gubreyê bandor bibin.

Rêveberiya Kîevê dibêje, navbera 20-25 mîlyon ton genim ji ber şer li bender û embarên Ukraynayê tê parastin û nayê îxrackirin.

Back to top button