Komek din a ciwanên Ereb û Kurd tev li nava refên gerîla bûn

Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî êrişê destkeftiyên Kurdan û gerîla dike.
Komek din a ciwanên Ereb û Kurd li hember êrişên dagirkeriya Tirk tev li nava refên gerîla bûn.

Ciwanan bi daxuyaniyeke tevlêbûna xwe ragihandin û gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker li dijî nirxên mirovahiyê kar dike.

Êrişî projeya Neteweya Demokratîk û Tevgera Azadiyê dike.

Armanca wan bi vê polîtîkayê tunekirina fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku li hemû cîhanê belav bûye û qirkirina pêkhateyên li herêmê ye.

Li ser vê bingehê li ser banga Komalên Ciwanan em weke ciwanên Ereb û Kurd ên vî welatî, li hemberî êrişên qirkirinê parastina ax û namûsa xwe erka xwe dibînin.

Ji ber vê jî em biryara tevlêbûna nava refên gerîla didin.”

Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîlayan xetimiye, nikare li ber xwe bide û ev bang kirin:

“Di pêvajoyeke wisa dîrokî de, divê her ciwanek xwe berpirsyar bibîne û tev li çalakiyan bibe û cihê xwe di nava refên gerîla de bigire.”

Back to top button