Yewnanîstan: Kes nikare dest bide serweriya me

Di navbera Yewnanîstan û Tirkiyê de av careke din germ dibe.
Atînayê bertek nîşanî daxuyaniya tund a Erdogan a li dijî Yewnanîstanê da.
Di demekî ku berdevkê hikûmetê bal kişand ser hiqûqa navneteweyî û diyalogê, serokê muxalefetê Çîpras bi tirkî peyamek parve kir.

Atînayê bertek nîşanî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan ên ku di demên dawî de Yewnanîstanê dike hedef û her ku diçe tundtir dibe da.

Berdevkê Hikûmeta Yewnanîstanê Yannis Îkonomu got:

“Îdîayên ku bi dîrokê re li hev nakin û efsaneyên bêbingeh nikarin şûna hiqûqa navneteweyî û peymanên navneteweyî bigirin an jî li ber xwe bidin.”

Di van demên dawîn de Tirkiyê daxwaza xwe ya ji bo bêçekkirina giravên Yewnanî yên li deryaya Egeyê anî ziman û peyam da ku eger nebe wê serweriya giravan ji nîqaşan re vebe.

Wezareta Karên Derve ya Yewnanîstanê jî 16 nexşe weşandibû û diyar kiribû ku daxwazên Tirkiyê yên ji sala 1923’an vir ve tê de hene.

Îkonomu got:

“Helbet tu tişt nikare zerarê bide mafên me yên serwerî û serweriya neteweyî.

Lewma em bang li Tirkiyê dikin ku dawî li taktîkên xwe yên provokatîf bîne û di nava berpirsyariyê de bizane ku yekane rêya hevdîtinên samîmî yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ye.”

Lîderê mixalifên Yewnan peyamek Tirkî weşand

Serokwezîrê berê û serokê muxalefetê Aleksîs Çîpras jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsek bi Tirkî parve kir.

Serokê Partiya Syrîza Çîpras jî got,

“Yewnanîstan wê li hemberî her cure gefan serweriya xwe biparêze.

Ji ber vê yekê bila dawî li provokasyonan bînin û li ser esasê hiqûqa navneteweyî li diyalogê vegerin.

Bersiva krîza aborî ya ku em hemû pê re rû bi rû ne ev e.

Ne neteweperestiya tund e.”

Erdogan bo Atîna: Werin ser hişê xwe

Serokomarê Tirk Erdogan herî dawî gotinên xwe yên li dijî Yewnanîstanê dijwartir kir û got,

“Ez henekê xwe nakim, ez bi ciddî diaxivim.

Mîna sed sal berê, divê Yewnanîstanê jî ji xewn, gotin û kiryarên ku bibe sedema poşmaniyê dûr bixe.

Em wî careke din hişyar dikin ku were ser hişê xwe.”

Erdogan bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye dest ji mafên xwe yên li Egeyê bernade û diyar kir ku dema pêwîst bike ew ê rayeyên ku bi peymanên navneteweyî ji bo çekdarkirina giravan hatine dayîn bi kar bîne.

Back to top button