Mistefa Karasû: Hêza bejahî û hewayî a Tirk li pêşberî berxwedana gerîla bê çare maye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû diyar kir hêza bejahî û êrişên hewayî yên dewleta Tirk li pêşberî berxwedana gerîla ya lı Zapê bêçare mane û got lewra jî zêdetir serî li bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî didin.
Karasû derbarê hevkariya PDK’ê de jî got, “PDK vê carê bi rengekî eşkere tevlî vî şerî bûye. Ew jî mîna desthilatdariya AKP-MHP’ê paşeroja xwe di tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd de dibîne.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû derbarê, şerê li Zap, Metîna û Avaşînê û hevkarî û xiyaneta PDK’ê ji ANF’ê re axivî.

Karasû destpêkê bal kişande li ser asta êrişan û ev nirxandin kir,

“Niha li Zap, Avaşîn û Metînayê bênavber bombebaran tê kirin. Hema bêje çargoşeyek nema ye ku nehatiye bombekirin.

Bêyî van êrişên hewayî artêşa Tirk li bejahî nikare gavekê jî biavêje. Ne ji van balafiran be leşker nikarin saetekê jî xwe biparêzin û wê neçar bimînin ku birevin.”

Karasû berxwedana gerîla jî nirxand û bal kişande li ser bikaranîna çekên kîmyewî û wiha dewam kir,

Mistefa Karasû: Ji çekên kîmyewî yê sedam bikaranîn zêdetir dewleta Tirk li dijî gerîla bikartîne

“Hêza bejahî û êrişên hewayî yên dewleta Tirk li pêşberî berxwedana gerîla û çalakiyan bêçare mane. Ya ku li hemberî vê tê kirin, bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr e.

Di dîrokê de ji temamiya çekên kîmyewî yên heta niha hatine bikaranîn zêdetir gazên bi jehr û çekên kîmyewî têne bikaranîn.

Ji çekên kîmyewî yên Saddam bi kar anîn, qat bi qat jê zêdetir ji aliyê dewleta Tirk ve têne bikaranîn.

Li hemberî van êrişan, gerîla li ser bingeha guhertinên ku di rêbaza şer de kiriye bi fedaî li ber xwe dide.”

Mistefa Karasû destnîşan kir, dema ku gerîla van êrişên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bişkîne, wê rûyê Rojhilata Navîn biguhere û herî zêde jî wê Tirkiye biguhere.

Mistefa Karasû: PDK vê êrişê weke êrişa qedandina PKK’ê dibîne lewma jî eşkere tevlî buye

Mistefa Karasû hevkarîya PDK’ê ya di van êrişên dewleta Tirk a dagirker de jî nirxand.

Karasû diyar kir dewleta Tirk hin soz dane PDK’ê û cerdevanan an jî PDK hesabê wê yekê dike ku eger PKK û têkoşîna azadiyê tasfiye bibe, wê komên siyasî hemûyan tasfiye bike û li ser Kurdan hegemonya xwe ava bike.

Karasû di vê mijarê de wiha got,

PDK ji ber ku êrişa di 17’ê Nîsanê de hate destpêkirin weke êrişa qedandina PKK’ê dibîne, vê carê bi rengekî eşkere tevlî vî şerî bûye.

Dijminatiya PDK’ê ya li PKK’ê bi qasî dijminatiya dewleta Tirk a li dijî PKK’ê kûr e. PDK jî mîna desthilatdariya AKP-MHP’ê paşeroja xwe di tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd de dibîne.

PDK êdî rêxistiniyeke wiha ye ku tenê ji bo berjewendiyên malbatî tevdigere. Dozeke xwe ya Kurdîtiyê nîne.”

Mistefa Karasû: Divê gelê Kurd û hemû derdor li ber dagirkerîya Tirk û xiyaneta PDK’ê rabin

Karasû da zanîn dewleta Tirk her ku tengav dibe PDK’ê hîn bêhtir dixe nava şer û ev hişyarî kir,

Eger ev gavên PDK’ê neyên astengkirin, şerê bi PDK’ê re wê ne tenê il Metîna, Zap, Avaşîn û Heftanînê bimîne, wê li hemû qadên gerîla belav bibe.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû bang li gelê Kurd, jin, ciwan û hêzên siyasî yên welatparêz, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan kir ku li ber dagirkerîya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê rabin.

Back to top button