Hilbijartinên Fransa..dibe ku tifaqa Macron nekare piraniya kursiyan bidest bixe

Li Fransa piştî hilbijartina Serokomariyê niha amadekariyên hilbijartina giştî pêk tê.
Di hilbijartina ku tûra yekemîn wê 12 Hezîranê pêk were de, dibe ku tifaqa Macron nekare piraniya kursiyan bidest bixe.

Ji bo hilbijartina giştî ya li welat roja Yekşemê wê welatî biçin ser sindoqan.

48,7 mîlyon kesên ku mafê dengdanê heyî, wê ji bo erka Meclisa Netewî dengê xwe bo diyarkirina 577 parlamenteran bidin.

Di hilbijartinê de 6 hezar û 293 namzed ji bo bibin parlamenter wê bikevin nava hevrikiyê.

Ji bo kursiyên ku namzedek di tûra yekem de piraniya mutleq bi dest nexe dê tûra duyemîn were kirin.

Namzetên ku ji sedî 12,5 û zêdetir dengan bi dest bixin, wê karibin beşdarî tûra duyemîn a hilbijartina 19’ê Hezîranê bibin.

Namzedê ku di vê tûra herî zêde dengan bi dest bixe wê wek parlamenter bê hilbijartin.

Du hevbendî di hilbijartinên giştî yên îsal de derdikevin pêş.

Li welatekî ku di serdemekê re derbas bûye ku tê de partiyên kevneşopî yên rast û çep bandora xwe winda kirine.

Pispor jî dibêjin dibe ku tifaqa Serokomarê Fransa Emmanuel Macron piraniya kursiyan bidest nexe.

Ji ber vê yekê pêşbinî dikin ku Macron wê beşek ji pêşengên mixalîfan di kursiyên wezîrtiyê de bicih bike.

Back to top button