Di encama operasyona QSD’ê de li başûrê Hesekê serçeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin

Di encama operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk de li başûrê Hesekê serçeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê operasyonê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ev agahî perve kir,

“Li dijî şaneyên DAIŞ’ê li gundê Etale yê Şedadê yê başûrê Hesekê me operasyonek pêk anî.

Di oparasyonê de Hêzên me bi ser maleke serçeteyekî DAIŞ’ê ku alîkariya şane û malbatên DAIŞ’ê dikir û destê wî di planên êrişan ên li dijî saziyên xizmetguzarî, leşkerî û ewlehê de hebû girtin.

Di operasyonê de serçete gule li hêzên me barand. Di encam de serçete hate kuştin.

Çek û belgeyên li ser jî hatin desteserkirin.”

QSD’ê di dawiyê de wiha got,

“Yekîneyên me yên taybet li dijî terorê têkilî bi hêzên ewlehî û Koalîsyona Navneteweyî re danîne ku li dijî çalakiyên terorê û şaneyên DAIŞ’ê bisekinin, da ku ewlehî û aramiya herêmê bê parastin.”

Back to top button