Ferîde Îbo: Dewleta Tirk hemû kiryarên derexlaqî li Efrînê dike

Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrînê Ferîde Îbo sûcên li dijî jinan û sûc û hovîtiyên li herêmên dagirkirî şermezar kir û got:” Dewleta Tirk di serî de li Efrînê û herêmên din ên dagirkriî kiryarên derexlaqî û guhertina demografîk pêk tîne”.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji roja dagirkirina Efrînê ve heya niha kiryarên dermirovî li dijî jin û zarokan de pêk tînin.

Ne tenê li Efrînê li hemû herêmên dagirkirî rojane jin rastî tundî, destdirêjî, kuştin, revandin û hemû rêbazên tundiyê tên.

Ev kiryar jî dibin sedema gelek rewşên xwekujiyê û xirabûya derûniyê.

Têkildarî mijarê, Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrînê Ferîde Îbo nirxandin kir.

Frîde Îbo di destpêka gotinên xwe de behsa zextên ku rojane jin li herêmên dagirkirî rastê wan tên kir.

Ferîde Îbo: Di girtîgehên dagirkeran de jin tên kuştin

Ferîde da zanîn ku di encama tundiya di zindanên çeteyên Tirkiyê de li ser jinan tên meşandin, gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin.

Ferîde Îbo: Dewleta Tirk li deverên dagirkirî guhertina demografîk pêk tîne

Ferîde Îbo diyar kir ku dewleta tirk li hemû herêmên dagirkirî guhertina demografîk çêdike.

Back to top button