Endamên Dêra Şivanê Qenc ya Efrînê êrişên dewleta Tirk şermezarkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk nerazîbûn û çalakî dewam dike. Endamên Dêra Qenc a Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kir. Rêveberiya Xweser jî diyar kir ku wê êrişên dewleta Tirk careke din DAIŞ’ê zindî bike.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi çalakiyan hêrs û nerazîbûnê nîşanî dagirkeriya Tirk ya li ser herêmê didin.

Îro li ser navê Dêra Şivanê Qenc ya Efrînê li Şehbayê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê hatin şermezarkirin.

Hate gotin: “Em wekî Kurdên Xirstiyan aştiyê dixwazin û em dixwazin vegerin Efrîna xwe.”

Back to top button