EFRIN – LI ŞIYÊ HEM ÊŞKENCE HEM JÎ STANDINA BACAN

Binpêkirinên rojane yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê dewam dike.
Şênî herêmê her roj di cureyên binpêkirinan re derbas dibin, weke girtina bacan, serdegirtina malan û revandina sivîlan.
Bi taybetî li Şiyê, herî dawî çeteyên EL-Emşat ji pîre-jina bi navê Sabriye Derwîş a 65 salî, weke baca mabûna di mala xwe de 3000 dolar ferz kir.

Çeteyên El-Emşat şêniyên bi navê Hisên Ismaîl Ebû Ismat êşkence kir.

Hat zanîn ku çeteyan Ebû Ismat bi lingên wî girêdan û ew berdan çaleke avê.

Ji bilî wê, çeteyan 400 hezar lîreyên Sûrî jê standin.

Şêniyên navçeyê dibêjin ku rewşên wiha rojane dubare dibin.

LI CINDIRÊSÊ ÇETE DEST DATÎNIN SER % 10 – % 20 JI BERHEMÊN CEH Û GENIM

Li Cindirêsê jî, çeteyan bacên genim û ceh li ser şêniyan ferz kirin.

Komên çete ji şêniyên gundên Kifêrê, Kefer Zîtê, Qîlê û Qûjuma ji sedî 10 heya 20 ji berhemên genim û ceh standin.

Leave a Reply

Back to top button