ŞÊNIYÊN BABÊ BAREGEHÊN DEWLETA TIRK NAXWAZIN

Li herêmên ku dewleta tirk û çeteyên wê dagirkirine aramî peyda nabe.
Kirinên çeteyan dibe sedema hêrsa gel.
Herî dawî şêniyên bajarê Babê li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên xwestin meşekê pêk bînin.
Lê çeteyên ku êrîşî xwepêşandêran kirin bû sedema ku şer û pevçûn derbikeve.

Şêniyên bajarê Babê ji 4’ê Hezîranê ve li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo milkên xwe di nav çalakiyan de ne.

Şênî li ber baregeha leşkerî ya dagirkeriya Tirk ku li Çiyayê Şêx Eqîl ava kirine xwepêşandanek pêk anîn û destnîşan kirin ku ew siyasetên dagirkeriya Tirk red dikin û wan wek “zalim” bi nav kirin.

Şêniyiyên ku 7 û 14 Hezîranê daketibûn xwepêşandanan 21’ê Hezîranê careke din li qadan bûn.

Hêzên dagirker bi tundî êrîşî çalakiyê kir.

Di her çalakiyan de şênî pankartên bi zimanên Erebî û Tirkî yên wekî ,

Artêşa Tirk malên şêniyên Çiyayê Şêx Eqîl wêran kir,

Şênî bê mal mane û artêşa Tirk nahêlin mal û milkên xwe bibin,

Şêniyên Cebel Eqîl dixwaze dewleta Tirk çiyayê şêx eqîl valabike,

Hûn vegera Cemal Paşa an Sultam Mihemed El-Fatih dixwazin hilda bûn.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo xwepêşandêran ji hev belav bike bi çekan êrîşî şêniyan kir.

Di encamê de hejmarek şênî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku nexweşxaneyên li bajarê Babê pêşwaziya birîndaran nekir.

Hate diyarkirin ku hêzên dagirker li zilamên bi temen ên beşdarî çalakiyê bibûn xistin û xwestin wan bigirin, xwepêşandêran jî bi heman rêbazê li wan dan.

Xwepêşandaran teqez kirin ku berdêl çi dibe bila bibe dê çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeran dewam bikin.

Leave a Reply

Back to top button