Ciwanên li Qamişlo bi meşekê tecrîda giran a li dijî Rêber Apo û êrişên li dijî gerîla şermezar kirin.
Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan hat organîzekirin.
Meş li ber dibistana El-Zehra ya li taxa Qidûrbeg dest pê kir û heta çerxerêya Zeytûniyê domiya.
Li wir meî veguherî mitîngê û li ser navê ciwanan daxuyaniyek hat dayîn.
Ciwanan piştar kir ku ew ê li dijî êrişên dagirkeriyê bi erka xwe rabin.
Her wiha bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûrî hat kirin ku di şerê azadiye de cihên xwe bigrin.