Kosret Xidir: Tirkiyê dixwaze xewna Osmaniyan bicih bîne

Li başûrê Kurdistanê çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê didomin.
Nivîskar û rewşenbîr dibêjin Tirkiyê dixwaze xewna Osmaniya pêk bîne û başûr bi xeteriyeke mezin a dagirkeriyê re rû bi rû ye.
Meclisa Xweser a Şengalê diyar kir armanca dewleta Tirk dagirkirina başûrê Kurdistanê ye.

Li başûrê Kurdistanê çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê her diçe zêde dibin.

Mamostayê Zanîngeha Raperîn Kosret Xidir derbarê êriş û dagirkeriya Tirk de ji ROJNEWS’ê re axivî.

Kosret Xidir anî ziman armanca êrişan veşartina pirsgirêkên navxweyî ye û pêkanîna xewna desthilatiya Osmaniyan e.

Kosret bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re û got: ”Tirkiyê bi rêya balefirên bê mirov welatiyên sivîlan dike hedef.

Ev jî îspata wê ye ku li herêmê hin kes hene hevkariya dewleta Tirk dikin. Ev yek nayê qebûlkirin, ev kesana xiyanetê li gelê xwe dikin.”

Rrojnamevan Kemal Reûf: Em bi metirsiya dagirkeriyê re rû bi rû ne

Rewşenbîr û rojnamevan Kemal Reûf jî bal kişand ser asta metirsîdar a dagirkeriya Tirk a li ser Başûr û got:

“Em bi metirsiyeke mezin û berfireh a dagirkeriya Tirk re rû bi rû ne.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Armanca êrişan dagirkirina başûrê Kurdistanê ye

Li Şengalê jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê daxuyanî da.

Daxuyanî li ber Meclîsa Gel ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ve hate xwendin.

Meclîsê piştgirî da berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û ragihand ku armanca êrişan dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Her wiha Meclisê diyar kir berxwedana gerîla ya lî hemberî êriş û dagirkeriya Tirk berxwedana hemû gelen Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye û wiha hat gotin,

“Êrîşên li ser gerîlayên azadiyê, êrîşên li ser Şengalê û Rojavayê Kurdistanê girêdayî hev in.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê û piştgiriya hikumeta Kazimî êrîşên qirkirinê li ser Kurdistanê û civaka Êzidî dimeşîne.”

Di dawiyê de MXDŞ’ê eşkere kir ku ew ê wekî civaka Êzidî û gelen Şengalê bi hemû hêza xwe li hemberî êrîşên dagirkeriyê berxwedana xwe bidomînin.

Back to top button