PÊŞMERGEYÊN PDK LI KANÎMASÎ BARAGEHÊN XWE JI LEŞKERÊN TIRK RE HIŞTIN

Li başûrê kurdistanê tevî bêdengiya hikumeta herêma başûrê kurdistanê, vê carê pêşmergeyên PDK’ê girên stratejîk radestî dewleta tirk a dagirker dike.
Girê herêma mijarê, girê Kanîmasiyê ku doh bi şev radestî dewleta dagirker hate kirin.

 

https://rojnews.news/ku/kurdistan/li-kanimasi-pesmergeyen-pdk-e-baregehen-xwe-ji-leskeren-tirk-re-histin-32283

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, li Dilman û Baroxê, herwiha li şeş cihên nêzî gundê Baroxê yên li Kanîmasiyê PDK’ê pêşmergeyan xwe vekişandine û li rojavayê gund bi cih kirine.

Li gorî agahiyan li cihê ku pêşmergeyan xwe jê vekişandine, leşkerên Tirk ên li Dihokê hatine bicihkirin.

Hate diyar kirin ku piştî vê yekê li qada Kanîmasiyê leşkerên Tirk amadekariyên leşkerî dikin.

Guhertina di navbera pêşmergeyên PDK û leşkerên Tirk de, piştî hevdîtina Erdogan a bi Nêçîrvan Barzanî re pêk hat.

Ango ev radestkirin û bicihkirina artêşa tirk li van herêman weke diyariya Nêçîrvan Barzanî ji bo serokê AKP’ê Erdogan tê şîvorvekirin.

Leave a Reply

Back to top button