Ciwan Mele Eyûb: Tirkiyê sivîlan dike armanc

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb eşkere kir ku dewleta Tirk rojane êrişî herêmê dike û sivîlan dike armanc.
Nivîskar Dilovanê Deştî jî diyar kir ku divê cîhan li hember kirin Tirkiyê ji bêdengiya xwe derkeve.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ji ANHA’yê re axivî.

Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku rojane Tirkiyê êrişî herêmê dike û ziyanên mezin digihêje mal û milkên xelkê û got:

”Hebûna welatiyan li ser xaka xwe û nekoçberiya gel, bersiva herî baş a êrişan e. Şêniyên herêmê piştgirî didin hêzên xwe.

Xelkê Til Temirê dê careke din rê nedin senaryoyên koçberî û revandinê dubare bibe.”

Dawiyê hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb bang li şêniyan kir ku ji hewildanên têkbirina hevgirtina gel hişyar bin.

Nivîskar Dilovan Deştî: Tirkiyê dixwaze gelê herêmê qir bike

Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûrî Dilovanê Deştî jî derbarê mijarê de axivî û êrişên Tirkiyê şermezar kir.

Dilovanê Deştî diyar kir ku zarokên herêmê tenê xaka xwe diparêzin û ti xeteriya wan li ser Tirkiyê tune ye.

Nivîskar Dilovan Deştî: Tirkiyê zagonên navneteweyî binpê dike

Dawiyê de Dilovanê Deştî piştrast kir ku dewleta Tirk hemû zagonên navneteweyî binpê dike, li hember wê jî cîhan bêdeng e.

Back to top button