Îlham Ehmed: Pêkanîna projeya herêma ewle ne tenê ji bo Sûriyê ji bo herêmê bi xeter e

Gef û êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestin. Rêvebera MSD’ê Îlham Ehmed jî van êrişan weke xeteriya li ser herêmê bi nav kir.
Îlham Ehmed got: ”Êrişeke Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe sedema aloziyan li herêmê û tevahiya Sûriyê û her wiha DAIŞ dê ji nû ve bê vejandin.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed têkildarî, pîlan, gef û êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê, nirxandin kir.

Îlham Ehmed diyar kir ku dem hatiye hemû tevgerên Tirkiyê li herêmê bi dawî bibin û got;

Ji ber ku dê ev êriş û tevger ewlehiya herêmê bixe metirsiyê, nemaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Plana Tirkiyê ne nû ye, planeke kevn e ku bi bêdengî li ser dixebitî.

Tirkiye li Sûriyê jî heman planê dişopîne û gelên resen ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber dike.

Û li şûna wan gelên ji pêkhateyên din bi cih dike.

Tirkiye bêguman wan ji bo bicihanîna berjewendiyên xwe, çi leşkerî, çi siyasî û aborî, li welatên ku ew dike armanc, Iraq û Sûriyê bi kar bîne.

îlham Ehmed: Armanca Tirkiyê ji êrişan derxistina DAIŞ’ê ji girtîgehan e

Îlham Ehmed anî ziman ku bi cîbicîkirina vê projeyê, metirsiyeke rasteqîn li ser ewlekariya herêmê çêdike û wiha domand:

“Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtîgeh û bi dehan kamp hene ku malbatên DAIŞ’ê jî di nav wan de ne. Ji ber vê yekê diyar e ku armanca wê derxistina wan ji kamp û zindanan e. Tirkiye ne tenê li Sûriyê zagonan binpê dike, li gelek welatan qanûnên navdewletî jî binpê dike.”

Îlham Ehmed: Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de roleke pêşeng di avakirina demokrasiyê de girt

Îlham Ehmed destnîşan kir ku rola jinan ji destpêka serhildana Sûriyê û derketina tevgera gel ve hebû û wiha bi dawî kir.

Jinê li bakur û rojhilatê Sûriyê rêgezek din girt û roleke pêşeng di projeya avakirina demokrasiya vê herêmê de girt.

Bi daxwazên xwe wê bigihîje edalet û wekheviya di navbera zayendan de. Bêyî tevlibûna jinan tiştekî nû dernakeve holê.

Ger xebatên van hemû rêxistin û tevgerên femînîst bibin yek, wê kombûn û yekitî çêbibe. Ev di çarçoveya yekbûna têkoşîna jinan bi giştî de pir girîng e.

Dem hatiye ku gelên Sûriyê, li ser xalên bingehîn derbarê paşeroja xwe de li hev bikin û li dijî êrişan yek dest bin”.

Back to top button