Hevserokê DFG Serdar Altan: Nikarin çapemeniya Azad bêdeng bikin

20 rojnamevanên Kurd yên li Amedê 20 roj in di bin çavan de ne. Heta niha jî sedema binçavakirina wan nayê zanîn.
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan bi rêya parezerên xwe peyam şand û got wê nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin.
40 Rewşenbîr, rojnamevan û nivîskaran ji bo rojnamevanan bang li herkesî kirin li dijî zextan xwedî helwest bin.

20 jê rojnamevan 21 kesên ku li Amedê di serdegirtina malan û navendan de hatin binçavkirin 4 roj in li navendên polîsan tên ragirtin.

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan bi rêya parêzerê xwe peyamek şand.

Altan, di peyama xwe de diyar kir ku êriş li çapemeniya azad hatiye kirin, desthilat dixwaze rastiyan ji gel veşêre û wiha got:

“Desthilat hebûna xwe bi veşartina rastiyan a ji gel didomîne. Ji ber wê yekê dezgehên çapemeniyê hedef tên girtin.

Bi binçavkirin û girtina rojnamevanan ragihandina rastiyan a ji gel re nikare were astengkirin.

Kevneşopiya çapemeniya azad bi van pêkanînên derveyî hiqûqê nikarin bên bêdengkirin.

Rojnamevanî ne sûc e.”

Rewşenbîran ji bo piştgiriya rojnamevanan bang kirin

Bertekên li dijî binçavkirina rojnamevanan didomin.

40 kesên ku di nav de rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan jî hebûn bertek nîşanî binçavkirinan dan û bi serenavê “Em zexta desthilatê ya li dijî çapemeniyê şermezar dikin û herkesî vedixwînin ku li dijî vê zextê bibin xwedî helwest!” daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qasî ku hilbijartin nêzîk dibe zextên li ser rojnamevanên kurd zede dibin û wiha hate gotin:

“21 rojnamevanên ji bilî nûçeçêkirinê tu sûcên wan nînin bi serdegirtinê hatin binçavkirin, bi saetan bi kelemçekirî hatin sekinandin.

Ev yek binpêkirina azadiya çapemeniyê, binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn e.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilat li dijî kesên rastiyan radigihînin nefreta xwe zêde dike û ev tişt hat gotin:

“Bi taybetî tê armanckirin ku li erdnîgariya kurdan ragihandina nûçe û agahiyên têkildarî binpêkirinên mafên mirovan û hilbijartinê bên astengkirin.

Di serî de bêdengiya mûxalefetê, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî ya li dijî van zextan û weke her carê zext û zilma li dijî kurdan tê meşandin ji nedîtî ve tên, wê li wan vegere.

Li dijî zextên li hember rojnamevanan divê berxwedan bê kirin û bertek bê nîşandan.

Em herkesî vedixwînin ku li dijî vê zextê bibin xwedî helwest û piştgiriya hevalên me bikin.”

Back to top button