HILBIJARTIN DEST PÊ KIRIYE, HILBIJÊR DIÇIN SER SINDOQAN

Îro 23’ê Hezîranê ye, Roja ku ev demek bû her kes li bendê ye..
Roja hilbijartina serokê şaredariya bajarê Stenbolê ye..
Ev demek bû kar û xebat ji bo vê rojê dihat kirin.
Îro li Stenbolê ji se’etên sibê ve dengdayîn dest pê kir û hilbijêr çûn ser sendoqan.
Wek her carê jî AKP’ê dîsa ji bo vê hilbijartinê jî plan û hîleyên xwe amadekirin, AKP’ê saet sê şevê ji Balafirgeha Ferît a Wanê bi balafirekê du sed hilbijêr bir Stenbolê.

Li Stenbolê piştî Desteya Bilind a Hilbijartinan YSK’ê hilbijartina serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê betal kir, îro careke din gel çûn ser sindoqan.

Li Stenbolê piştî Namzetê CHP û Îyî Partî Ekrem Îmamoglu bi ser ket, li ser îtîraza AKP-MHP’ê; YSK’ê hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê betal kir û taloqî 23’ê Hezîranê ango Îro kir.

Piştî xebatên 3 mehan îro dubare hilbijartina Stenbolê dest pê kir û hilbijêr ji bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê hilbijêrin li ser sindoqanin.

Bikaranîna dengan saet di 08.00’an de dest pê kir.

Hilbijartin wê heta saet 17.00’an dewam bike.

Hêjayî gotinê ye li Stenbolê 10 Milyon û 560 hezar û 963 kesên ku dengê xwe bikar bînin heye.

AKP’Ê JI WANÊ HILBIJÊR BIRIN STENBOLÊ JI BO JÊ RE DENG BIDIN

Li aliyê din dîsa dek û dolabên AKP’ê wek her carê derketin holê.

AKP ku ji bo serketina di hilbijartina serokê şaredariya Stenbolê de serî li her rê û rêbazê dide, ji gelek bajarên Tirkiyê hilbijêran dibe Stenbolê.

Li gorî agahiyên li Balafirgeha Ferît Melen a Wanê hatin wergirtin di nava rojê de seferê du balafiran bê sedem hatin betalkirin û ferman hate dayin ku saet sê şevê balafirek ber bi Stenbolê ve biçe.

Bi vî rengî wê du sed hilbijêrên ku beriya niha qeyda xwe derbasî Stenbolê kiribûn bibin Stenbolê.

Hilbijêr bi serkêşiya Serokê AKP’ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglû bi rê ketin.

Hate ragihandin lêçûnên bicihbûn û xwarinê yên hilbijêran wê ji aliyê AKP’ê ve bên dayin.

Bi vî awayî dîsa ji her kesî re hat diyarkirin ku AKP’ê tenê bi rêbazên xapandin, dek û dolaban tevdigere .

Bi vê yekê jî hewil dide vê hilbijartinê jî mîna yên berê bi plan û hîleyan bi dest bixe .

Leave a Reply

Back to top button