Tehran û Moskow bertek nîşanî êrişa Îsraîlê dan

Moskow û Tehran dijî êrişên Îsraîl yên ser Sûriyê nerazîbûna xwe anîn ziman.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê êriş weke binpêkirina yasaya navnetewî binavkir.
Rusyayê jî got; “Divê dawî li êrişan bê anîn.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulahyan bi hempîşeyê xwe yê Sûriyê Feysel Mîqad re bi telefonê axivî û got;

“Em êrişa Îsraîl ya ser Sûriyê şeremezar dikin, ji ber ku ev êriş binpêkirinek eşkere ya serweriya xaka Suriye û navnetewiye.

Îran weke her carê piştgiriyê dide gel û Hikumeta Sûriyê.”

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova jî li ser heman mijarê axivî û got;

“Êrişên Îsraîl yên ser xaka Sûriyê li ser geştên asmanî yê navnetewî metirsiyê çêdike.

Nayê qebûlkirin.”

Zaxarova bang li Îsraîlê kir ku dawî li êrişên ser xaka Sûriyê bîne.

Doh Îsraîlê herêma Başûrê Sûriyê topbaran kiribû.

Ji ber bandora êrişê balafirxaneya navnetewî ya Sûriyê ji bo 48 saetan hatiye rawestandin.

Îran û Rusyayê nerazîbûn nîşanî êrişa Îsraîlê ya li ser Suriyeyê da.

Back to top button