Pervîn Buldan: Divê dimildest hemû rojnamevan werin berdan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan destnîşan kir ku encama şerê heyî zêdekirina polîtîkayên şer e.
Pervîn diyar kir Iqtîdara ku meseleya kurd çareser neke nikare li ser piya jî bimîne û got:
Divê her kes li dijî tecrîdê û rewşa girtiyan xwedî helwest bin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne nirxandin.

Pervîn Buldan binçavkirina rojnamevan û siyasetmedaran şermezarkir û eşkere kir ku ev polîtîkayên binçavkirinê, zihniyeta salên 90’î jî derbas kiriye û got:

Divê dimildest hemû rojnamevan werin berdan.

”Em ê careke din li dijî tecrîdê îfadeya xwe bikin”

Pervîn Buldan balkişand ser tecrîda giran kirî ya li ser Rêber Apo û destnîşan kir ku di kesayeta Rêber Apo de tevahî civak di tecrîdê dene û wiha nirxand:

Rakirina tecrîdê ji mijara Kurd zêdetir, pirsgirêka hemû gelên Tirkiyê û şer ve girêdayî ye.
AKP polîtîkaya aştiyê bi tu awayî nade ber xwe. Her tim netewperestî û faşîzmê xwe, xwedî dike.
Hewcedariya welat bi rastî bi aştiyê heye. Hewldanên Birêz Ocalan yên aştî û demokrasiyê, ji bo Tirkiyê, Rojhilata Navîn û hemû welatên Rojava ye..Lê ji bo AKP xwe li ser linga bigre, polîtîkaya şer dimeşîne.

Pervîn Buldan banga beşdarbûna meşa li Gemlîkê bê lidarxistin kir û ev peyam da.

Tirkiye di aliyê aborî, siyasî û civakî de di nava zirarek mezin deye. Bi vê meşê em ê careke din dibêjin em li dijî tecrîdê ne. Ev tecrîd pirsgirêka li welat girantir dike.

Heveroka Giştî ya HDP’ê binpêkirinên li girtîhegan tê kirin jî wiha nirxand:

“Bi zext, êşkence û binpêkirinan dixwazin tolê ji gelê Kurd hilînin. Êdî ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin hewcedarî bi itîrazeke mezin heye û emê li gel hevalên xwe yên girtî bin.

Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dawiyê de bal kişand ser êrişên li dijî Rojava jî û diyar kir ku bi van êrişan AKP’ê dixwaze xwe li ser lingan bigre.

AKP bi polîtîka û şerê heyî dixwaze Kurdan tasfiye bike û destkeftiyên wan têk bibe.

Lê desthilatdariya ku naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe, êdî şansê wan ê ku li ser piya bimîne jî tune ye.

Back to top button