Ukrayna: Nêzî 10 hezar leşkerên me hatine kuştin

Ukrayna êdî li wê yekê mikur tê ku hêza xwe ya li ber Rûsya bigre nemaye.
Bi gotineke din winda dike.
Rêveberiya Kîevê ragihand ku heta niha di şer de nêzî 10 hezar leşkerên wan hatine kuştin.
Û qedera şerê xwe yê bi Rûsya re, bi çekên ku welatên Rojava ji wan re bişînin ve girê daye.

Hêza artêşa Ukrayna ya li dijî Rûsya xwe bigre nemaye.

Piştî roja 100 ji şer, artêşa welat gav bi gav ji hev dikeve.

Rêveberiya Kîevê jî êdî li vê yekê mikur tê.

Li gorî agahiyên ku Serokê Şêwirmendê Serokomarê Ukraynayê dayî ji despêka şer û heta niha nêzî 10 hezar leşkerên wan hatine kuştin.

Oleksîy Arerestovic ev daxuyanî di hevpeyvîna xwe ya bi muxalîfên Rûs Mark Feygîn ya li ser kanala wî yaYouTube ê re eşkere kir.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksîy Resnîkov di daxuyaniya xwe ya hefteyê de diyar kir ku di şer de her roj nêzî 100 leşkerên Ukraynayê dimirin.

Li ser pirsa gelo mirov dikare bibêje ku bi giştî 10 hezar leşker hatine kuştin, Arestovic bersiv da, “Erê, hema wisa ye.”

Ji aliyê din ve Arerestovic diyar kir ku hejmara leşkerên Rûsyayê yên di şer de hatine kuştin ji yên wan bêtirin.

Lî gorî daxuyaniya Sererkaniya Ukrayna doh nêzî 600 leşkerên Rûsya hatin kuştin.

Arestovic ji Rojava xwest ku bilez çek û cebilxane ji wan re bişîne û diyar kir ku bêyî van alîkariyan ne pêkan e ku hêzên wan ber bi rojhilatê çemê Dnieper ve pêşve biçin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku wan 3 balafirên şer ên Ukraynayê xistine xwarê.

Ukrayna: Qedera şer wê çekên ku Rojava dişîne diyar bike

Îstixbareta Ukrayna jî dibêje, piştî şerê 100 rojan li dijî Rûsya, hêzên wan yek bi yek eniyan ji dest didin.

Li gorî nûçeyek di BBC de hatî weşandin, êdî ev bûye şerê bi çekên giran.

Alîkarê Serokê Îstixbareta Ukrayna Vadim Skibitski diyar kir ku li pêşberî her topeke wan, 10-15 yên Rûsya heye û got:

Tenê ji sedî 10 çekên di destê mede ji aliyê welatên Rojava ve hatiye dayîn.

Zelensky ji ber piştevaniyê spasiya Brîtaniya kir

Di vê navberê de, Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî di serdana Wezîrê Parastinê yê Brîtanya Ben Wallace de spasiya piştgiriya Brîtanya kir û daxwaza xwe ya zêdetir piştgiriya çekan dubare kir.

Zelensky got,

“Gotin vediguhere tevgerê.

Ferqa têkiliya Ukraynayê ya bi Brîtanyaya Mezin û têkiliyên wê yên bi welatên din re ev e.”

Tê çaverêkirin ku Ukrayna 15’ê Hezîranê li Brukselê di civîna koma pêwendiya NATOyê de lîsteyek çek û alavên parastinê yên daxwazkirî pêşkêş bike.

Back to top button