Gelê herêmê gef û êrişên dewleta Tirk şermezar dikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakî dewam dikin.
Îro jî, li gelek deveran çalakî û daxuyanî hebûn û peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk di nava tevgerê de ne û rojane çalakiyan dikin.

Îro jî li herêmê çalakî hebûn û gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî hatin redkirin.

Cîhad Omer: Dewleta Tirk ji gefên xwe dixwaze tola DAIŞ hilde

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê ya bajarê Hesekê bo nirxandina geşedanên dawîn, civîna gel li dar xist.

Di civînê de Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Cîhad Omer axivî.

Cîhad Omer diyar kir ku dewleta tirk ji van gefan armanc dike ku Împaratoya Osmanî li seranserî Rojhilata Navîn zindî bike.

Her wiha Omer da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze tola DAIŞ’ê ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilde ji ber ku wan hevlabendên wî têk birin û planê wan pûç kirin.

Cîhad Omer di dawiyê de got:

“Gelê Sûriyê dikare biryara xwe bide. Lewma divê dagirkeriyê û parçekirina xaka Sûriyê red bike.”

Li Minbicê gef û êrişên dewleta Tirk hatin şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û Gundewarên wê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de li pêşiyan avahiya meclisê daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar ku dewleta Tirk bi hinceta avakirina ‘herêma ewle’ projeyên qirkirin, koçberkirin û mêtingeriyê pêk tîne, îsbata wê jî herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ên dagirkirî ne.

Meclisê di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re jî ragihand.

Her wiha, endamê Akademiya Şehîd Zîlan Heleb ya Minbicê jî bi daxuyaniyekê gef û êrişên dewleta Tirk şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe û vîna gelên herêmê bişkîne.

Di dawiyê de, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku rê li ber êriş û projeyên qirkirinê yên dewleta Tirk bigirin.

Back to top button