Parlementerên HDP: Çi dibe bila bibe, em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û azadiya wî, gelê Bakurê Kurdistanê li ser piyan e.
Ji bo wê jî sibe dê li Gumlikê meşeke mezin were lidarxistin.
Baskê Serhedê yê meşê daxuyanî da û diyar kir ku çi dibe bila bibe, ewê ber bi Gumlikê ve bimeşin.
Li Amedê jî daxuyanî hat dayîn û 11 kes hatin binçavkirin.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan bênavber didome.

Her wiha zêdetirî saleke ye jî ti agahî jê nayê girtin.

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, bi pêşengtiya 6 sazî û partiyên siyasî dê sibe bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê em ê ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” li Gemlikê, meşeke girseyî were lidarxistin.

Li gel bajarên weke Stenbol û Îzmîrê yên Tirkiyê, dê ji gelek bajaran tevlî meşê bibin.

Li gel partî û saziyên ku meşê organîze dikin, dê gelek rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî meşe bibin.

Baskê Serhedê yê “Meşa Gemlîkê ya Mezin” beriya ku ber bi Gemlikê ve bi rê bikevin, daxuyanî da.

Daxuyanî li pêş avahiya HDP’a Wanê ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ve, hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Çi bibe bila bibe em ê bimeşin.

Hûn ê bi hemû hêza xwe, barîkatên xwe, çeken xwe nikarin vê meşa me asteng bikin.

Ev desthilat bi awayekî neheq û bêwijdanî ji bo berjewendiyên xwe vê tecrîdê didomîne.

Yekane rêya xelasiya ji krîzan di destê birêz Ocalan de ye.

Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka kurd, demokrasî û azadiyê têdikoşe.”

Piştî daxuyaniyê baskê Serhedê ber bi Gemlîkê ve meşiya.

Li Amedê ji bo meşa Gemlikê çalakî hat lidarxistin, polîsan 11 kes binçav kir

Têkildarî meşê li Amedê jî daxuyanî hat dayîn.

Pêşiya girseya ku ji avahiya HDP’a Rezanê heta kolana Emekê meşiyan, li Avahiya Xizmetê ya Pêvek a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hate girtin û 11 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Back to top button