Bi sedan şêniyên Kobanê bi merasîmekê şehîdê QSD’ê Hesen Elî ku di encama krîza dil de şehîd bibû oxirkirin.
Di merasîmê de endamê Desteya Rêveber a PYD’ê a şaxê Herêma Firatê Ehmed Şêxo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwes û got:
“Madem di nava gelên herêmê de mîna van şehîdan hene, xewnên Osmaniyan wê têk biçin.
Piştre yek ji rêveberên Koordînasyona Kongra Star a navçeya Qenaya Sûad Aldemir jî axivî û got:
“Bi saya berdêlên şehîdên me, cîhan me nas dike. Em şehîdên xwe bi bîr tînin û em soz didin ku em ê şopdarên rêya wan bin.”
Piştre wesîqeya şehadetê a şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Her wiha di merasîmê de nasnameyên 3 şehîdên HPG’ê ku di berxwedana li dijî êrişên dagirkeriyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zap û Metînayên şehîd bûne hatin eşkerekirin..
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Bekrî Derwîş bi nasnav Demhat Derwîş, Nayla Mezê bi nasnav Deniz Boxaz û Mihemed Xelîl bi nasnav Siyabend Avesta.