20 rojnameger 5 roj in li Amedê di bin çavan de tên girtin

Li Amedê 20 jê rojnameger 5 roj in li hucreyên yek kesî di bin çavan de tên girtin. 185 rojnamevanên Kurdistanî û Iraqî binçavkirina rojnamevanan şermezarkirin û bang li rêxistinên parazvanên mafên mirovan kirin ku bikevin nava tevgerê.
Yekîtiya Rojnamevanên Alman jî ku 30 hezar endamên wê hene xwest demildest rojnamevan bên berdan.

Li Amedê, 8’ê Hezîranê polisên dewleta Tirk bi ser mal û cihê kar ên rojnamegeran de girt û 20 jê rojnameger bi giştî 21 kes binçav kirin.

5 roj in rojnamevan di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin.

Bertekên li dijî êrişên li ser çapemeniya azad ya Kurd û binçavakirina rojnamevanan jî her diçe zêde dibe.

185 rojnamevanên Kurdistanî û Iraqî ji bo rojnamevanan bang kirin

185 rojnamevanên ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê têkildarî 21 rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê hatin binçavkirin daxuyaniyek hevpar dan û binçavkirna hevpîşeyên xwe şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin binçavkirina rojnamevanên Bakurê Kurdistanê ji êrişên berfireh ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ne cudane û wiha hat gotin;

“Ev hewldaneke ji bo guh û çavê welatiyan ji êrişan bigire ye.

Dewleta Tirk bi vê pêla binçavkirinê hîmên demokrasiyê û qanûnan binpê dike.

Em bang li rêxistinên parastina mafê rojnamevanan dikin ku ji bo berdana rojnamevnan zextê li dewleta Tirk bikin.”

DJV a ku 30 hezar endamên wê hene xwest rojnamevan bên berdan

Yekîtiya Rojnamevanên Alman (DJV) ku li Ewropayê rojnameya herî mezin e û 30 hezar endamên wê hene li dijî binçavkirina rojnamevanan daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku bi sernavê “Li Tirkiyê nêçîra rojnamevanan” hate dayîn de fikarên ji ber zêdebûna zext û êrişên li ser rojnamevanan hat ziman û bi zimanekî tund hat rexnekirin.

Serokê DJV Frank Uberall diyar kir kiryarên li dijî rojnamevanan nîşaneya polîtîkayên Erdogan yên ku dixwaze dengên serbixwe bitepisîne.

Uberall ji desthilata Erdogan xwest ku demildest rojanmevanên hatine binçavkirin serbest bên berdan.

20 rojnamevanên ku hatine binçavkirin xistine hucreyên yek kesî

Back to top button