HPG’ê: Li Zap û Metîna 9 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê diyar kir ku gerîllayên wan bi rêbazên tîmên gerok û şerê tûnelan, derbên giran li artêşa Tirk dixin. Di nava 24 saetên dawî de 9 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha gerîlla donrek jî anîn xwarê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên şer û çalakiyên 24’ê saetên dawî bi raya giştî re parve kir.

Li gorî daxuyaniyê;

 . Li herêma Metînayê

11’ê Hezîranê li Qada Girê Cûdî di encama çalakiya sekvaniyê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê, helîkopterên artêşa Tirk hewl dan leşkeran li Girê Cûdî deyne, lê di encama destwerdana gerîlla de neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Li Qada Girê Hakkarî jî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan êrişî tunelên şer bikin, ji aliyê gerîlla ve hatin astengkirin.

 . Li herêma Zapê

Sibeha 11’ê Hezîranê li Qada Çiyareş, hêzên artêşa Tirk hewl dan ber bi Dola Şîvê ve bi pêş ve biçin.

Gerîlla bi dijwarî li wan da û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

Her wiha dronek jî hate xistin.

Li Qada Karker, ji ber destwerdana gerîlla helîkopterên artêşa Tirk neçar man ji qadê biçin.

Li heman deverê li dijî hêzên dagirker çalakiyeke sabotajê jî pêk hat.

Di encamê de 5 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 11 Hezîranê artêşa Tirk li dijî qadên gerîlla êrişên xwe dewam kirin.

Li gorî daxuyaniyê,

21 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan,

18 caran jî bi balafirên şer û 12 caran bi helîkopteran Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bombebarankirin.

Back to top button