Îsraîl bo Welatên Rojava: Îran nêzî çêkirina Çekên Nukleerî dibe

Til Evîv ji Tehranê ditirse. Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett hişyarî da ku êdî Îran bi awayekî xeternak nêzî çêkirina çeka nûklerî bûye.

Naftalî Bennett ji rojanemya “Telegraph” a Brîtanî re daxuyand ku eger welatên rojavayî li pêş sîstema Tehranê nesekinin, dibe ku Îranê di demeke nêz de bombeya nukleerê bi dest bixe.

Bennett destnîşan kir ku Îran dewlemendkirina Uranyumê bi rêjeyeke zêde didomîne û bi awayekî xeternak nêzî çêkirina çekên nukleerî dibe.

Daxuyaniyên rayedarê Îsraîlê di demekê de tên ku behsa wê yekê tê kirin ku Îranê bi rêjeya zêdetirî ji sedî 60 Uranyumê dewlemend dike, ku bi wê yekê madeya çêkirina bombeya nukleerê tê peydakirin.

Lê Tehran çêkirina çekên nukleerî inkar dike.

Rojnameyê diyar kir ku di demekê de, Ewropa bi şerê Ukraynayê ve mijûl e, bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve gefê li ewlehiya cîhanê dixwe.

Back to top button