Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan weke bi milyonan dengdêran dengê xwe bikar anîn.
Piştî destpêkirina dengdanê parlamenter û hevserokên HDP’ê jî berê xwe dan sindoqan.
Hevseroka Giştî ya HDP”ê Pervîn Bûldan, li Dibistana Seretayî Mûrat Koluk ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê dengê xwe bikar anî.
Pervîn Bûlan ji aliyê endamên Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê, Parlementera Stenbolê ya HDP’ê Zuleyha Gulum û Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin.
Bûldan piştî dengê xwe bikar anî li ber dibistanê daxuyaniyek kurt da û wiha got:
“Ez hêvî dikim ku hilbijartina 23’yê Hezîranê ji bo pêşeroja Tirkiyê xêrê bîne
Ez hêvîdar im, dengên îro bên dayîn, wê ne tenê qedera Stenbolê, wê qedera tevahiya Tirkiyê biguherîne.”