Amîneh Kakabaveh ji zarokek serhildêr heta navenda biryarê ya Ewropa

Amîneh Kakabaveh ew keçe ku di temenê zarokatî ve li dijî xwesteka fermandarekî Supay Pasdarên derdikeve. Di temenê ciwanî de li dijî dagirkeriyê têkoşîn kiriye. Amîneh ji dewletên dagirker ên weke Tirkiyê ku dixwaze Kurdan qir bike, bêje raweste.

Helwesta Amîneh Kaka-baveh a li parlamentoya Swêdî û li dilê Ewropa de li ser dilê Erdogan û dewleta Tirk bûye girêk.

Ji ber helwesta wê ya herî dawî hikûmeta Swêd neçar bû siyaseta xwe ya li gel dewleta Tirk li ber çavan re derbas bike.

Amîneh di 6’ê Çileya 1970’ê de li gundê Turcanî yê bajarê Saqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Di temenê 13 salî de, fermandarekî Supay Pasdaran zextê li bavê wê dike ku li gel bizewice.

Lê, Amîneh red dike û ji gund direve û tevlî nava refên pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan Kurdistanê dibe.

Ew li çiya fêrî xwendin û nivîsandinê dibe û sala 1992’an berê xwe dide Ewropa û li welatê Swêd dibe koçber.

Tevî jiyana dijwar a koçberî, ji zanîngeha Stokholmê dîplomeya masterê distîne.

Amîneh li Ewropa dest ji jiyana siyasî û rêxistinê naberde.

Di sala 2005’an ji bo parastina penaberên li Swêdê cihê xwe di nava rêxistina bi navê ‘Varken hora eller kuvad’ de digire.

2008’an di Partiya Çep a Swêdê dibe navnîşana nû ya karê siyasî û dibe parlamentera Stokholmê ya parlamentoya Swêdê.

Amîneh di her sê demên parlamentoya Swêdê de parastina mafê Kurd û bi taybet Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Li dijî êriş, komkujî û dagrikeriya Erdogan û dewleta Tirk xwedî helweste.

Dengê wê yê zindî yê li parlamentoya Swêdê wiha li Erdogan kir ku bi fermî daxwaz ji Partiya Çep a Swêdê bike bi sûcdariya PKK’ê bûnê radestî Tirkiyê bike.

Amîneh di nava dilê Ewropa de Swêdê neçar dike, siyaseta xwe li ber çavan re derbas bike û neçe li jêr xwesteka dewleta Tirk a li dijî doza gelê Kurd û bi taybet Rojavayê Kurdistanê.

Di sedsala 21’an de wê rastî îspat kir ku jina Kurd dikare bi dengê xwe denga navneteweyî bide guhertin.

Back to top button