Li Stenbolê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, bi hezaran kes ku di navê de bi dehan parlementer jî hebûn, ji bo ku biçin navçeya Gemlik a Bursayê li Stenbolê meşiyan. Polîsên Tirk êrîşî kirin û 46 kes bin çav kirin.

Rêber Ocalan, li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke girankirî de ye.

Her wiha zêdetirî saleke ye jî ti agahî jê nayê girtin.

Ji bo rakirina vê tecrîdê û daxwaza azadiya Ocalan, gel li ser piyan e.

Bi pêşengiya 6 partî û rêxistinana, bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin”, ber bi Gemlike ve mes hat lidarxistin.

Beriya du heftan li Çûkûrova, Marmara, Ege û li bakurê Kurdistanê ji bo Meşa Gemlîkê bername û çalakiyan dest pê kir û bang hatin kirin.

Duh li Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Amed û Wanê bi hezaran kesî starta Meşa Gemlîkê dabû.

Îro jî li Stenbol, Yalova, Bûrsayê Meşa Gemlîkê dest pê kir.

Tevî astengiya polîsan, bi hezaran kes li Kadikoy a Stenbolê ji bo Meşê li hev civiyan û ber bi cihê meşa mezin ve, dest bi meşê kirin.

Her wiha di navbera Polîsan û Parlementerên Jin ên HDP’ê de alozî derket.
Perlementeran ji Polîsên Tirk ku tûndî bikar anîn re gotin:

“Hûn çete ne, hûn serokên çeteyan in. Hûnê nikaribin, li hemberî berxwedana jina Kurd bibin asteng.”

ist-12-06-2022-istanbul-gemlik-yurusuyu-basladi1
Meşvanên ku berê xwe dabûn Qada Newrozê ya li Gemlikê ku cihê meşê ye, Rêber Ocalan silav kirin.

Polîsan qada meşê dorpêç û kesên derbasî qadê bûn, lêgerîn kirin.

Polîsên Tirk êrişî gel kirin û 46 kes binçav kirin

Polîsan êrîşî meşvanan kirin û 46 kes binçv kirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

Back to top button