Hevjînên şehîdan ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşekê êriş û gefên dewleta Tirk a dagiker li ser herêmê şermezar kirin.
Hevjînên şehîdan ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo şermezarkirina êriş û gefên dewleta Tirk meşek li dar xist.
Di meşê de bi dehan hevjînên şehîdan, malbatên şehîdan û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amade bûn.
Şênî li ber hola civînan a li rojavayê taxê li hev kom bûn û li pêşiya Meclisa Taxa Şehîd Kelhat a taxê veguherî mitîngê..
Di mitîngê de berdevka Meclisa Hevjînên Şehîdan Fatma Îbo û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Selwa Reşîd axivîn û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê şermezar kirin û gotin:
“Armanca dewleta Tirk ji gefan belavkirina tirsê di nava şêniyan de ye, ew gef dê bandor li berxwedan û vîna me neke, berxwedana me ji gef û êrişên dagirkeriyê bi hêztir e.”
Em ê weke gel dest ji xaka xwe bernedin û wê biparêzin û em ê li kêlek hêzên xwe yên leşkerî bin.”