Artêşa Tirk gundê Bênê yê Şêrawa topbaran kir

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê demên dawî zêde bûne.
Herî dawî gundekî din ê navçeya Şêrawa hat topbarankirin.

Artêşa dewleta Tirk doh êvarî gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.

Roj tune û ev êriş ji aliyê dewleta Tirk li dijî herêmê pêk nayên.

Qaşo ji sala 2019’an ve agirbestek li herêmê hatî ragihandin, lê dîsa jî Tirkiyê dev ji êrişên xwe bernedaye.

Hêzên garantor ên li herêmê jî mîna her car vê carê jî li hember êrişê bêdeng man.

Back to top button