Tevgera Sadir xwe vekişand, di paşaroja Iraqê de alozî xuya dike

Parlamenterên Tevgera Sedir nameyên xwe yên îstifakirinê pêşkêşî Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî kirin.
Helbûsî nameyên îstifaya bi komî ya parlementerên Tevgera Sedir pejirand.
Li gorî parlamenteran, wê Kazimî li ser erka xwe bimîne û sala bê jî hilbijartinên pêşwext yên Iraqê pêkwerin.

Duh bi şev li ser fermana Serokê Tevgera Sedir, Muqteda El Sedir parlementerên Tevgera Sedir di saetên êvarê de nameya îstifayê pêşkêşî serokê parlementoya Iraqê kirin.

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî nameyên îstifaya bi komî ya parlementerên Tevgera Sedir pejirand û îmze kir.

Bi vî awayî hemû parlementerên Tevgera Sedir ji parlementeriyê îstifa kirin.

Serokê parlamentoya Iraqê Helbûsî ji Iraqê derket

Piştî serokê parlamentoya Iraqê Helbûsî nameya îstifaya bi komî ya parlamenterên Tevgera Sedir pejirand, bi şandek re berê xwe da Urdunê.

Tevgera Sedir di hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê ya di 10’ê Cotmeha 2021’an de bi qezenckirina 73 kursiyan, bibû partiya yekem.

Sedir bi hevpeymana bi Sunî û PDK’ê re bibû yek.

Li hemberî vê Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan jî xwedî hevpeyman bûn, lê ti aliyek nekarî hikumeta nû ava bike.

Namzetê Hevpeymana Rizgarî ya Nîştimanî Mihemed Cefer Sedir ji bo namzetiya serokwezîrtiya Iraqê hatibû diyarkirin.

Mihemed Cefer li ser twîterê peyamek belavkir û got;

“Li ser daxwaza Muqteda El Sedir namzetiya min hate qebûlkirin.

Lê niha lêborînê dixwazim û xwe paşde dikêşim.

Ji bo baweriya Hevpeyamana Rizgarî ya Nîştimanî spas dikim.”

Aliyên mixalif yên li Iraqê jî ji wê yekê piştrastin ku hikumeta Iraqê ya bê Sadir wê nekare biser bikeve.

Her wiha siyasetmedar û rojnamevanên Iraqê diyar dikin ku wê rewşa heyî ya serokwezîrtiya Mistefa Kazimî dewam bike.

Sala bê jî wê hilbijartineke pêşwext ya nû pêk were.

Back to top button