Hêzên Asayîşê nasnameya endamekî xwe ku di 12’ê Hezîranê de li Dêrazorê şehîd bûye, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihandin ku endamê wan Îbrahîm El-Terman li Dêrazorê di 12’ê Hezîranê de şehîd bû.
Hêzên Asayîşê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Îbrahîm El-Terman
Navê Bav: Elayî
Navê Dayikê: Dehiye
Dîrok û cihê tevlêbûnê: 20.04.2018, Bisêra
Dîrok û cihê şehadetê: 12.06.2022, Dêrazor